PIŞTGIRÎ BI KOBANÊ Û ŞENGALÊ RE

Piştî dagirkirina hin heremên Îraq û Suriyeyê ji aliyê çeteyên terorîst yên „Dewleta Îslamî“ ve, li ser bajarê Koban û herêma Şengalê êrîşên tûnekirinê hatin destpêkirin. Ev dever ji mehan ve li himberî van êrîşên tinekirinê berxwe didin. Di êrîşên li ser hêrama Şengalê de, ji aliyê çeteyên DÎyê ve bi hezaran kurdên êzdî hatin qetilkirin û bi sedhezaran mirov hatin koçbe-rkirin. Hewldan û tehdîtên tînekirinê îro jî bi he-mû bandora xwe berdewam dikin.

Li Kobanê hêzên heremî yên YPG û YPJ yên parastinê, tevî PKKeyê û niştecihên hîn li bajêr mane, ji hefteyan ve berxwedidin. Eger çeteyên terorîst yên DÎyê bajarê Kobanê bidestxînin, hingê tevahiya herêma Rojava jî wê bikeve bin tehdîta ketina destê wan û herwiha mercên bihevdûrejiyana çand, bawerî û gelên cûda di nav aştiyê de jî wê ji holê were rakirin. Di van salên dawî de, li Rojava modeleke ku hîmên wê yên bingehîn aborî, ekolojî û wekheviya giştî ne, xweseriyeke demokratîk hatiye pêşdexistin. Li Rojava ji bo pêkanîna jiyaneke alternatîf ya însanî, adil û wekhev, ku îro di bin tehdîdeke mezin de ye, hewl tên dayin.

Li gel vê yekê Tirkiye leyîstikeke dualî dileyîze: Tevî ew di nav tifaqa li himber DÎyê hatiye avakirin de ye jî, ji hefteyan ve şandina alîk-ariyên leşkerî û însanî yên ji bo bajarê Kobanê yê di bin tehdîdê de ye, bloke dike. Li ser sînor, hêzên ewlekariyê êrîşan dibine ser pênaberan. Endamên çeteyên Dîyê bi hêsanî sînorê Tirkiyê bikartînin, bêyî li astengiyekê rast werin, derbas dibin û cardin vedigerin. Protestoyên şermezar-kirina vê helwesta Tirkiyeyê, li ser fermana hikû-metê, bi awayên hovane hatin têkbirin û di en-camê de bi dehan çalakvan hatin kuştin.

Erdogan dixwaze pêşî li Rojavayeke azad û xweser xwe bi rê ve dibe, bigire. Hikûmeta Tirkiyeyê parêzvanên demokrasiyê yên Rojava û ceteyên faşîst yên DÎyê mîna hev dihesibîne.

Li Almanyaya Federal jî PKK heta roja îro qedaxe ye û piştgirên wê bi awayê zagonî têne şopandin. Krimînizekirina PKKyê, ya pêşdexis-tinike pêşveroye ya demokratîkkirina herêmê fût (propaganda) dike, bi awayekî zelal bandoreke bê wate ye. Li şûna wê, bazirganên alman çe-kan difiroşine dewletên Erebîstana Suîdî û Katarê yên DÎyê fînanse dikin.

Şervanên Kobanê piştgiriya hêzên bejayî ya NATO û Tirkiyeyê red dikin. Li şûna wê dawî-anîna li piştgiriya ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bo DÎyê tê dayin û vekirina korîdorekê di ser sînorê Tirkiyeyê re, ji bo gihandina alîkariyên leşkerî û însanî ji Kobane re, dikin.

Hê kû berxwedana Şengalê û Kobanê têk neçûye, li ser me hemûyan ferzekî giran e, ku em bi hemû hêza xwe piştgiriya mexdûrên terora DÎyê bikin. Em li vir, li Almanya jî giraniya xwe zêde dikin. Divê em li vir li himberî pêdilvanên (sempatîzanên) DÎyê û Selavîstan rabine ser piyan. Bi heman awayî em li himberî leşkergirina nijadperestiyê, li himberî DÎyê, mîna beriya çend rojan Hooliganên raste li Kolnê ji bo ramana xweye mirovdijmin wek alav bikaranîn, radiwestin.

Di 1ê mijdarê de, bi mebesta diyarkirina piştgi-riyê bi berxwedanên Şengalê û Kobanê re, di bin dûrişmeya „Global Rally for Kobanê“ seran-serê cîhanê derdikevine kolanan. Divê di 1ê mij-darê de li seranserê cîhanê were diyarkirin, se-rîhildana li himberî faşîzma DÎyê ne bi tenê ye.

  • Piştgirî bi mirovên Rojava û Şengalê re!

  • Alîkarîkirin bi saziyên bi xweseriya dedemokratîk têne birêvebirin re!

  • Rawestandina alîkariyên bi DÎyê re!

  • Rakirina qedaxeya li ser PKKeyê!

Werbeanzeigen

Kommentar verfassen

Trage deine Daten unten ein oder klicke ein Icon um dich einzuloggen:

WordPress.com-Logo

Du kommentierst mit Deinem WordPress.com-Konto. Abmelden /  Ändern )

Google Foto

Du kommentierst mit Deinem Google-Konto. Abmelden /  Ändern )

Twitter-Bild

Du kommentierst mit Deinem Twitter-Konto. Abmelden /  Ändern )

Facebook-Foto

Du kommentierst mit Deinem Facebook-Konto. Abmelden /  Ändern )

Verbinde mit %s